Medya amerêkê radigihîne ku balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley îro Sêşemê karvekişîna xwe da. Heta niha zelal nebûye ku sedema karvekişîna wê çi ye.
Xanim Haley berê walîya eyaleta Karolîna Başûr bû û pir caran bi awayekî vekirî Serokê Amerîka Donald Trump rexne dikir.
Lê, piştî ku ew bûbû balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî, bi xurtî piştgirîya polîtîkayên Trump li Neteweyên Yekbûyî dikir.