Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadia Murad Banga Alîkarîya Demûdest ji Efrînê re Dike


Balyoza Nîyetqencî ya Neteweyên Yekbûyî Nadia Murad îro daxuyanîyeke nivîskî weşand û bal kişand ser rewşa Efrînê.

“Herêma Efrînê ku Kurd, Êzîdî, Mesîhî tê de dijîn, ji hemî alîyan ve hatiye dorpêç kirin. Tenê rêyek maye ku sîvîl dikarin ji bajêr derkevin. Heta niha 200 sîvîl hatine kuştin ku 3 ji wan Êzîdî ne. Goristan, perestgeh û cîhên pîroz yên olî hatine hilweşandin û bi zorê wek mizgeft hatine qulipandin. Mal û mulkên gel hatine talan kirin û endamên kêmanîyan ji alîyê tundrêyan ve têne biçûk xistin.”

Murad bal kişand ku ew reftarên xirab hemî belge kirî ne û dişibin destpêka qirkirina DAIŞê ya li ser Şengalê.

Bizavkara Êzîdî bal kişand ku li Efrînê demûdest xizmetên saxlemîyê pêdivî ne jiber ku rewşa heyî dişibe "paqijkirina etnîkî û jenosîd".

“Ez bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrupa û Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî û hemî alîyan dikimn ku rêz li mafê sîvîlan bigirin û ber bi agirbestê bixebitin. Ez herwiha bang li rêxistinên mafên mirovan û sazîyên Neteweyên Yekbûyî dikim ku xwarin û derman bigehînin cîhên pêdivî.”

XS
SM
MD
LG