Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadia Murad di Merasîma Taybet de Xelata Nobelê Wergirt


Bizavkara mafên Êzîdîyan Nadia Murad, îro bi merasîmeke fermî Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirt.

Doktorê Kongoyî Denis Mukwege, ku alîkarîya qurbanîyên tundîya seksî dike, bi Murad re xelata xwe wergirt.

Murad di axaftina xwe de bal kişand ser tiştên ku hatine serê wê û anî bîra mêvanan ku çawa dayika wê û birayên wê ji hêla DAIŞê ve hatine kuştin.

“Xewnên me hebûn ku xwendina xwe biqedînim û bi malbata xwe re jîyaneke dilnizim biborînim, lê hemî tişt ji destê min hatin birin.”

Murad bi berdewamî got ku wê ti car bawer nedikir ku mirov dikarin li hember mirovên din kiryarên hovane bikin, wekî ku DAIŞ'ê li ser Êzîdîyan kirine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Murad di sala 2014’an de, di 21 salîya xwe de ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû.

Ew piştî ku ji destê DAIŞ'ê rizgar bûbû, dest bi tekoşînê kiribû ku doza qîz û jinên Êzîdî bîne rojeva cîhanê.

Komîteya Nobelê ya Norwêcî ragihandibû ku Murad jibo xebatên xwe yên qedandina tundîya seksî, hat xelat kirin.

XS
SM
MD
LG