Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadia Murad Piştî Wergirtina Xelata Nobelê Derket Pêş Rojnamevanan


Bizavkara mafên Êzîdîyan Nadia Murad ku Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirtibû, îro li Washingtonê preskonferansek li dar xist.

Murad spasîya Komîteya Nobelê ya Norwêcî kir ku ew hêjaya wê xelatî dît.

Wî got ku ev xelat nîşana qebûlkirina tiştên ku hatine serê Êzîdîyan e, lê hin gelek keçên Êzîdî hene ku kes nizane li ku ne.

“Jibo min dadmendî ne têne kuştina terorîstên DAIŞ'ê ne. Divê ew werin pêş dadgehê ku cîhan hemî bizane çi hatiye serê Êzîdîyan û divê dewletên cîhanê nehêlin ku hovitîyên wiha dubare bin.”

Murad li ser pirseke serdana wê ya Şengalê got ku ew li benda Serokê Fransî Emanuel Macron e ku siz dabû wê ku ewê bi hevre serdana wê herêmê bikin.

Wergira Nobelê spasîya hikûmeta Almanî kir ku nêzî hezar Êzîdî anîne wî welatî û alîkarîya wan kirine. Wê herwiha ji hikûmeta Kanadî û Australî re spas kir ku piştevanîya rizgarbûyên destê DAIŞ'ê dikin.

Murad, di sala 2014’an de, di 21 salîya xwe de ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû.

Dayika Murad û 6 birayên wê, bi Êzîdîyên din re ku nexwestibûn bi dara zorê bibin Misilman, ji alîyê endamên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin.

Murad û jinên din yên gundê wê ji hêla endamên DAIŞ’ê re hatibûn revandin û gelek caran wek koleyên seksê hatibûn firotin.

Murad berê jî jiber xebatên wê yên ser nave jinên Êzîdî yên revandî, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve, sala borî wek balyoza nîyetqencî hatibû erkdar kirin.

Ew herwiha ligel jineke din ya Êzîdî, Lamiya Hacî Beşar, ji alîyê Parlamana Ewrupî ve hêjayî Xelata Sacharov ya 2016’an hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG