Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadia Murad Hêjayî Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an Hat Dîtin


A Palestinian man rides his donkey cart loaded with boxes in Gaza city.
A Palestinian man rides his donkey cart loaded with boxes in Gaza city.

Bizavkara mafên Êzîdîyan Nadia Murad Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirt.

Komîteya Nobelê ya Norwêcî ragihand ku Murad jibo xebatên xwe yên qedandina tundîya seksî, hat xelat kirin.

Doktorê Kongoyî Denis Mukwege jî, ku alîkarîya qurbanîyên tundîya seksî dike, bi Murad re hêjayî wê xelatê hate dîtin.

“Nadia Murad dîdevanek e ku dijî tundî û tûjîyên dijî xwe û dijî yên din têkoşînê dide. Xebatên wê bûn alîkar ku tundîya seksî ya dema şeran pirtir li pêş çavan bin, da ku berpirsên wan reftarên xirab hesabê wan zêdegavîya bidin,” Komîteya Nobelê ya Norwêcî got.

Murad, di sala 2014’an de, di 21 salîya xwe de ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû.

Di vê hevpeyvîna taybet de Murad qala serpêhatîyên xwe yên wan rojên tarî dike û li ser kiryarên hovane yên DAIŞ’ê agahîyên girîng dide:

Xelatgira Nobelê Nadia Murad Behsa Rojên Destê DAIŞ'ê Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:49 0:00

​Dayika Murad û 6 birayên wê, bi Êzîdîyên din re ku nexwestibûn bi dara zorê bibin Misilman, ji alîyê endamên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin.

Murad û jinên din yên gundê wê ji hêla endamên DAIŞ’ê re hatibûn revandin û gelek caran wek koleyên seksê hatibûn firotin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Murad jiber xebatên wê yên ser nave jinên Êzîdî yên revandî, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve, sala borî wek balyoza nîyetqencî hatibû erkdar kirin.

Ew herwiha ligel jineke din ya Êzîdî, Lamiya Hacî Beşar, ji alîyê Parlamana Ewrupî ve hêjayî Xelata Sacharov ya 2016’an hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG