Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadia Murad Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an Wergirt


Nadia Murad û Denis Mukwege
Nadia Murad û Denis Mukwege

Bizavkara mafên Êzîdîyan Nadia Murad Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirt. Komîteya Nobelê ya Norwêcî ragihand ku Murad jibo xebatên xwe yên qedandina tundîya seksî, hat xelat kirin.

Doktorê Kongoyî Denis Mukwege jî, ku alîkarîya qurbanîyên tundîya seksî dike, bi Murad re hêjayî wê xelatê hate dîtin.

“Nadia Murad dîdevanek e ku dijî tundî û tûjîyên dijî xwe û dijî yên din têkoşînê dide. Xebatên wê bûn alîkar ku tundîya seksî ya dema şeran pirtir li pêş çavan bin, da ku berpirsên wan reftarên xirab hesabê wan zêdegavîya bidin,” Komîteya Nobelê ya Norwêcî got.

Murad, di sala 2014’an de, di 21 salîya xwe de ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû.

Dayika Murad û 6 birayên wê, bi Êzîdîyên din re ku nexwestibûn bi dara zorê bibin Misilman, ji alîyê endamên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin.

Murad û jinên din yên gundê wê ji hêla endamên DAIŞ’ê re hatibûn revandin û gelek caran wek koleyên seksê hatibûn firotin.

Wê, di sala 2017’an de pirtûka bi navê “Qîza Dawî (The Last Girl)” çap kiribû ku tê de qala serborîyên xwe û dema dîlbûna xwe ya di destê DAIŞ’ê de dike.

Hêjayî balkişandinê ye ku Murad berê jî Xelata Sakharov ya Parlamana Ewrupî wergirtibû.

XS
SM
MD
LG