Wergira Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an Nadia Murad soz dide ku hemî 500,000 dolar xelata diravî raberî qurbanîyên tawanên seksî bike.
Murad dibêje ku ewê hemî dirava ku ji alîyê Komîteya Nobelê ya Norwêcî ve wek xelat ji wê re hat dayîn, wê bide rêxistina Însîyatîfa Nadia Murad ku jibo alîkarîkirina jinan û kêmanîyên li Îraqê hatibû damêzrandin.
Murad di daxuyanîya qebûlkirina xelatê gotibû ku ew Wergira Xelata Aştî ya Nobelê li ser navê "Êzîdîyan, Îraqîyan, Kurdan û kêmanîyên din yên bin gefan û zêdegavîyan û li ser navê hemî qurbanîyên tundîya seksî qebûl dike.
Murad, di sala 2014’an de, di 21 salîya xwe de ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû.
Dayika Murad û 6 birayên wê, bi Êzîdîyên din re ku nexwestibûn bi dara zorê bibin Misilman, ji alîyê endamên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin.
Murad û jinên din yên gundê wê ji hêla endamên DAIŞ’ê re hatibûn revandin û gelek caran wek koleyên seksê hatibûn firotin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Murad jiber xebatên wê yên ser nave jinên Êzîdî yên revandî, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve, sala borî wek balyoza nîyetqencî hatibû erkdar kirin.
Ew herwiha ligel jineke din ya Êzîdî, Lamiya Hacî Beşar, ji alîyê Parlamana Ewrupî ve hêjayî Xelata Sacharov ya 2016’an hatibû dîtin.