Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadya Hesen: Hunera Min jibo Kêfxweşiya Zarokan E


Nadya Hesen bi xwe ji Girkê Legê ye, lê ew li bajarê Qamişlo bi cîh bûye. Ew di beşê wêjeya Faransî ya Zanîngeha Firatê de xwendekara sala yekê ye û li Zanîngeha Rojava beşê Wêje û Zimanê Kurdî jî xwendekara sala duyê ye.

Nadia Hassan
Nadia Hassan

Nadya j​Ji sala 2015'an ve wênesazî wek behre kifiş kir û destpê kir. Wê pêşî dest bi wênesazîya ser telefona xwe ya mobîl kir.

Wê di Gulana 2017’an de dest bi karê nîgarkêşiyê kir û çîrokên zarokan ser dijtayzerê çêkir.

Nadia Hassan
Nadia Hassan

Di destpêka karê wê yê di warê wênesazîyê de, Projeya Hinarê ya çandî alîkarî di pêşxistina wê de kir, lê tu berhemên wê li wir derneketin.

Di Tebaxa borî de berhema Nadya ya yekê bi navê “Kurstêr” ji weşanên Kovara Sormay derket. Herwiha di Mijdara borî de berhema wê ya duyem bi navê "Her Duwazdeh Birader ", ew jî ji aliyê kovara Sormey hate çapkirin.

Nadia Hassan
Nadia Hassan

​Ta niha jî karê wê di warê nîgarkêşana çîrokên zarokan de berdewam e û carna jî cilên keçan dîzayn dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:13:40 0:00

XS
SM
MD
LG