Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Fermana Sêdaredana Stêrka Zoranbaziyê Navid Afkari Bicih Tîne


Navid Afkari is seen in an undated photo from his Twitter (@NavidAfkari).
Navid Afkari is seen in an undated photo from his Twitter (@NavidAfkari).

Roja Şemiyê çavkaniyên mediyayî ragihandin ku Navid Afkari zoranbazê Îranî yê ku ji encama xwepêşandanên giştî li Îranê yên Tebaxa 2018ê hatbû girtin bi tawana beşdariya di xwepêşandan û kuştina yek ji zêrevanên ewlekariya Îranê, îro Şemiyê hatiye sêdaredan.

Çavkaniyên mediyayî li gor Kazim Mousawî Serokê Desteya Dadgeriya herêma Faris radigihînin ku Navid Afkari sibeya roja Şemiyê hatiye sêdaredan û gotiye"li gor rêbazên yasayî û israra xwediyên kuştî" biryara sêdaredana Afkari hatiye bicih anîn.

Sêdaredana Navid Afkari bûye sedema nerazbûn û dilgiraniya Îraniyan û komelên mafên mirovan.

Dadgeha Bilind ya Îranê alîgirya xwe bo fermana sêdarana Navid Afkari yê (27 salî) derxist ku bi kuştina zêrevanekê ewlehiyê û hin tawanên din hatiye tawanbar kirin.

Bûyera ku Navid Afkari li ser hatî girtin di xwepêşandanên herî dijwar da bû yên ku di 10 salên bûrî da tiştekî weha pêknehatbû, dema ku nerazîbûn li hember buhabûna çavkaniyên enerjiyê li Îranê hatîn biryardan û xwepêşandan li gelek bajarên Îranê hatbûn destpê kirin.

Îranê kesên ku beşdarî di xwepêşandanên Tebaxa 2018ê da kirbûn bi "Rêgir û Kujer" binav kirin û ew bi alîgirên Amerîka û Îsraîlê û neyarên Îranê yên derekî tawanbar kirin.

Televizyona dewleta Îranê hin dîmenên nivîskî ku diyar dike li xwe mokirhatinên Navid Afkari tê da bûn weşandin.

Lê di hin dîmenên din da yên ku di Mediya Civakî da hatbûn weşandin berî ku bihê sêdare dan Afkarî gotiye wî nexwestiye wê belgeyê Îmza bike û ew ne îfadeyên wî ne.

Rêxistina opoziyona Komara Îslamî ya Îranê ya mafên Mirov (IHR) îro Şemiyê daxuyaniyek weşandiye û daneyek bo Dengê Amerîka hinartîye, bang li civaka navnetewî dike ku sêdaredana Afkarî şermizar bikin yê ku beşdarî di xwepêşandanên nerazî yên sala 2018ê da kirî û ew bi kuştin û "dojminatiya xwedê" hatî tawanbar kirin û sêdaredan.

Îran Afkarî bi "kuştina bi qesd" tawanbar dike û dide zanîn ku wî roja 2ê Tebaxa 2018ê bi zanebûn berpirsê desteya giştî yê dayireya Avê li bajarê Şîraz yê başûrê welat kêr kirbû û ew kuştbû.

Şîraz di wan xwepêşandan da yek ji bajarên Îranê bû ku bibûn qada xwepêşandanên nerazî yên li dij Desthilata Tehranê jiber rewşa xerab ya aborî û civakî li wî welatî.

Serokê Amerîka Donald Trump derbarê derketina ferman sêdaredanê bû Afkarî twîtek weşand û gortîye"Min zanî ku Îran xwe amade dike bo sêdaredana stêrkek mezin ya Zoranbaziyê Nafid Afkarî yê 27 salî, tiştê ku wî kirî tenê wî beşdarî di xwepêşandanên dijî hikûmetê da kirbû."

Li gor raporta rêzxistina navnetewî Amnesty International "AI" Îran jibo lîsta fermanên sêdaredanê welatê duyê ye li cîhanê piştî welatê Çînê ku herî zêde kes lê tên sêdaredan. Îranê tenê di sala 2019ê 251 kesên hatîn tawanbar kirin fermana sêdarê li dij wan encamp daye

XS
SM
MD
LG