Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerên Qarabaxê û Hikûmeta Azerbaycanê bo Siberoja Herêmî Peyîvîn


Nûnerên Ermenîyên Qarabaxê û hikûmeta Azerbaycanê, piştî agirbesta do Çarşemê, îro li bajarê Yevlah ya Azerbaycanê civîn ku ser siberoja herêmê ninirxînin.

Ajansa TASS ya Rûsya ragihand ku nûnerê hêzên aştîyê yên Rûsyayê ku navbeynkarîya agirbestê kiriye jî beşdarî civîna îro bûye.

Danûstandina îro, piştî pevçûnên kûjer yên li heremê ku bo du rojan berdewam kirin, pêk hat.

Azerbaycanê, piştî ragihandina êrîşên li heremê ku jimareke leşkerên wê kuştine, roja Sêşemê dest bi operasyona xwe ya leşkerî ya herema Qarabaxê kiribû ku serwerîya tevahî ya heremê îdîa dike.

Ombudsmanê mafên mirovan yê Karabaxê, Gegham Stepanyan ragihand ku di şerê du rojan de de herî kêm 200 kes ku 10 ji wan sivîl hatine kuştin û zêdetirî 400 kesên din jî birîndar bûne.

Ajansa nûçeyan ya dewletê ya Azerbaycanê ragihand ku hevdîtin bi dawî bûye, lê wê ti hûrgilî neda ku lihevkirinek pêk hatiye yan na.

Li gor ajansa RIA, nûnerê Ermenîyên Qarabaxê piştî hevdîtinê gotîye ku di navbera alîyan de lihevkirineke dawî çênebûye.

David Babayan, şêwirmendê reberê cudaxwazên Qarabaxê David Babayan jî Reutersê got ku ser agirbestê lihevkirin çêbûye, lê divê ser hûrgilîyên pêdivî yên wek radestkirina çekan xebat werin kirin.

Rêberên Ermenîyên Qarabaxê, Azerbaycan bi binpêkirina agirbestê tawanbar kirin, lê Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê got ku ew îdia bi tevahî derew e.

Du jêderên din ji Reutersê re got ku wan sibeha Pêncşemê dengê çekên giran bihîstîye, lê ne dîyar e kê gule reşandine.

Herêma Qarabax di qada navneteweyî de wek beşek ji Azerbaycanê tê nasîn, lê dema ji hilweşîna Yekîtîya Sovyetê vir ve herêm ji Azerbaycanê veqetîbû dû re wek Komara Artsakh serxwebûna xwe ragihandibû.

Hêjayî balkişandinê ye ku Civata Ewlekarî ya NY îro Pêncşemê li ser daxwaza Fransa, di derbarê êrîşa Azerbaycanê de civîneke awarte li dar dixe.

XS
SM
MD
LG