Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hezên Azerbaycanê Derbazî Herêma Kalbajarê Dibin


A man carries a table near a destroyed house in the country side outside the town of Kalbajar on November 23, 2020. - Azerbaijan said on November 20, 2020, its troops entered a district bordering Nagorno-Karabakh handed back by Armenian separatists…
A man carries a table near a destroyed house in the country side outside the town of Kalbajar on November 23, 2020. - Azerbaijan said on November 20, 2020, its troops entered a district bordering Nagorno-Karabakh handed back by Armenian separatists…

Wezerata Beravanîya Azerbaycanê îro roja Çarşêmê radigîhîne ku hezên Azerbaycanê derbazî herema Kalbajarê bûne. Ew dibe yek ji wan hereman ku Ermenîstan xwe ji vir vedikeşe piştî peymana bidawîbûna şerê li Nagorno-Qarabaxê ji alîye Azerbaycan û Ermenîstanê hat imze kirin.

Agirbesta di nav bera her du devletan bi navbeynkarîya Rûsyayê berîya dû hefteyê pêk hat û di encama wê de Ermenîstan dev ji kontrolkirina çend deveran li derveyê Nagorno-Qarabaxê berda. Yekem ji wan deveran Aghdam, hefteya borî ji alîye Ermenîstanê ve hat vala kirin.

Radesti kirina herema Kalbajar di 15êhe Mijdarê de hatibu plan kirin, le ji ber keş û hewayê ew plan hat paşxistin û Azerbaycan ji ew daxwaza paşxistina Ermenîstanê qebûl kirîbû.

Di dimênan de ku îro Çarşême ji heremê hat belavkirin dîyar dibe ku hezên Azerbaycanê hedî hedî derbazî heremê dibin ji ber metirsîya teqemenîyê û ewlehîya hezên leşkeri.

Wezerata Beravanî ya Azerbaycanê got “Bi alikarîya endezyarî em ewlehîya hezên xwe misoger dikin û rêyen li pêş me kontrol dikin ji bo paqişkirina teqemînîyan”.

Bi agirbestê tevgera leşkerî ya li Qerebaxê û derdora wê rawestand û di çerçova peymanê de, 2.000 leşkerên aştîparêz yên Rûsî li herêmê têne bicîh kirin.

Herema Nagorno-Qarabax ji alîyê civaka navneteweyî we wek beşekê Azerbaycan tê nasîn, lê piranîya nifûsê wê ji Ermenîyên etnîkî pêk tên û ji 1994'an vir ve, ji hêla wan ve tê kontrol kirin.

Ji destpêka 1990'an ve, Ermeniyên etnîkî li ser tevahîya Qarabaxê û ser hinek heremên girîng yên axa Azerbaycanê ya derûdora wê xwedî kontrola leşkerî bûn.

Lê, niha bi peymanê Ermeniyan piranîya herema Qarabax bixwe û hem jî herema derûdora wê winda kirin. Etnîkîyên Ermenî berê ku ji herêmê derkevin, mal û milkên xwe dişewîtînin.

XS
SM
MD
LG