Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudaxwazên Karabaxê Çekên Xwe Radest Dikin Û Bi Azerbaycanê re Danûstandinê Dikin


Herêma Nagorno-Karabaxê
Herêma Nagorno-Karabaxê

Cudaxwazên li Nagorno-Karabaxê, Şemiyê, bi Azerbaycanê re danûstandin kirin da ku hêzên xwe ji herêma ku piranî Ermenî lê dijîn vekişînin, û çekên xwe radest bikin piştî 3 rojan ji peymana rawestandin şer û pevçûnan ya bi Bako yê re.

Piştî têkbirina wan di êrîşeke demûdest ya Azerbaycanê de dikeve ser cudaxwazan ku bi dirêjahiya rojên dawiya hefteyê de çekên xwe radest bikin.

Hêza aştîparêz ya Rûsyayê got: "Heta niha erebeyên zirxî û zêdetirî 800 parçeyên çekan radest kirîne."

Wezareta Berevaniya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku yekîneyên çekdar yên li Karabaxê dest bi radestkirina çek û kelûpelên xwe yên leşkerî kirine û ev yek li jêr sîhwana hêzên aştîparêz yên wan yên Rûsya de birêve diçe .

Di heman demê de, cudaxwaz dê danûstandinan bi aliyê Azerbaycanê re "di bin çavdêriya hêzên aştîparêz ên Rûsî" de berdewam bikin.

Rayedaran ragihand ku ev yek dê "Rê bide ku pirsa xwe vekişînê hêzan rêxistî bimeşe û bihêle ku welatiyên ji ber Êrîşa leşkerî ya Azerbaycanê vegerin malên xwe."

cudaxwaz jî dibêjin, her du alî"dê hewil bidin hatin û derçûna welatiyan ji herêmê " di navbera xwe de rêk bixin.

Rûsya jî dibêje binpêkirina agirbesta roja Çarşemê niha ji rojên borî kêmtir bûne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG