Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbullah Naîm Qasim Wek Rêberê Nû Hildibijêre


Hizbullaha Lubnanî îro Sêşemê ragihand ku Naîm Qasim, cîgirê sekreterê giştî Hesen Nasrallah, wek rêberê nû hatîye hilbijartin.

Hizbullah bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Civata Şûra li gor rêbaza xwe ya heyî, Qasim wek sekreterê giştî yê nû hilbijart.

Qasim di sala 1991’ê de ji alîyê sekreterê giştî yê wê demê yê Hizbullahê, Abbas el-Musewî ve, ku saleke paştir bi êrîşeke helîkoptereke Îsraîlî hatibû kuştin, weke cîgirê rêberê wê rêxistinê hatibû destnîşan kirin.

Qasim, dema ku Hesen Nasrallah bûbû rêberê Hizbullahê di rola xwe de mabû û dijmintîyên vê dawî yên bi Îsraîlê jî di nav de, hevpeyvîn didan medyaya bîyanî.

Nasrallah di 27’ê Îlonê de di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li Beyrutê hatibû kuştin û berpirsê payebilind Haşim Safieddîn, ku wek şûngirê wî dihat hesibandin, piştî hefteyekê di êrîşên Îsraîlê de hatibû kuştin.

Qasim ji kuştina Nasrallah vir ve sê gotarên televîzyonî pêşkêş kirine ku yek ji wan di 8ê Cotmehê de bû ku tê de gotibû ku ew piştgirîya hewilên jibo gihîştina agirbestekê li Lubnanê dike.

Pispor bal dikşînin ku gelek Lubnanî bawer dikin ku karîzma û giranîya Nasrallah di kesîtîya Qasi de tuneye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG