Koreya Başûr biryarar bidawîkirina danûstandina îstixbarata leşkerî ya bi Japonya re rawestand.
Medya Koreya Başûrî ragihand ku Japonya banga dîyalogê kiriye û Seulê jî li ser vê yekê biryareke wisa daye.
Japonya di rojên borî de danûstandina bazirganî ya bi Koreya Başûr re sînordar kiribû.
Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe dîyar kir ku Koreya Başûr bi biryara ser domandina îstixbaratê re ‘’bijartineke stratejîk’’ kiriye.
Abe bi bîr xist ku wî berê jî daye zanîn ku ew peymana danûstandina îstixbaratê bo Japonya, Koreya Başûr û Amerîka girîng e.
Şîroveyan bibîne
Already have an account? Log in
Not a registered user? Navê xwe binivîse
Pirtir şîrove bar dike