Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî Banga Rawestandina Pevçûnên Hêzên Hikûmeta Sûrîyê û HSD'ê Dike

Civîna Hewlêr, di navbera Barzanî, Barrack û Şanda HSD'ê
Civîna Hewlêr, di navbera Barzanî, Barrack û Şanda HSD'ê

Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê û yek ji Rêberên Kurdan Mesûd Barzanî derbarê pevçûn û alozîyên dawî yên li Sûrîyê, daxuyanîyek da û destnîşan kir ku wan duh Şemîyê, 17'ê Çile, 2026’an di çarçoveya hewildanên çareserkirina alozîyan de civîneke hevbeş a girîng encam da.

Di daxuyanîya xwe de, Barzanî diyar kir ku civîn bi nûnerê taybet ê serokê Amerîka Trump ji bo Sûrîyê, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û serokê Encûmena Niştîmanî a Kurdî li Sûrîyê( ENKS) re pêkhat.

Barzanî, di daxuyanîya roja Yekşemê 18’ê Çile ya 2026ê de hatî weşandin de, hêvîyên xwe anîn ziman ku şer, alozî û rageşîya heyî di navbera hêzên hikûmeta Sûrîyê û HSD’ê de di zûtirîn dem de rawestin, û hemû alî vegerin rêkeftinên ku berê ji bo çareserkirina nakokîyan û bidestxistina aramîyê di navbera alîyên Sûrîyê de hatine kirin.

Di daxuyanîya Barzanî de hatîye ku "mersûma ji alîyê serokê Sûrîyê ve derbarê mafên Kurdan de hatîye îmzekirin wek gaveke erênî û li ser rêyek rast dibînin."

Barzanî hêvîya xwe anî ziman ku ew “mersûm zemînekê ava bike, bi rizamendîya hemî alîyan wer pêşxistin û ku garantîkirina mafên gelê Kurd li Sûrîyê li ser bingehên qanûnî, bi encam bibin."

XS
SM
MD
LG