Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêx Nasir Al Sabah Kurê Şahê Berê Yê Kuwaitê Koça Dawî Kir


Piştî derbazbûna 3 mehan ji mirina babê wî, Şêx Nasir Sabah Al Ahmed kurê mezin yê Şahê berê yê Kuwaitê Sabah Al Ahmed, piştî xweragirtinek dirêj li hember nexweşiya penceşêrê di jiyê 72 saliyê de koça dawî kir, weke ajansa fermî ya Kuwaitê KUNA radigihine.

Şêx Nasir wezîrê Berevaniya Kuwaitê û Cîgirê yekê yê Serokwezîran bû, berî ava kirina kabîna nû ya hikûmetê, ku hefteya borî li hember Parlamenê (Civata Netewî) sond xwar bû.

Di twîterê de li ser astek mezin, Kuwaitiyan tazî û xembariya xwe bo koç kirina Şêx Nasir daye diyar kirin, berpirsên Ereb û welatên Kendavê jî xembariya xwe ragihandîye, ajansa nûzçeyan ya Kuwaitê KUNA gotiye, ewê termê Şêx Nasir roja Duşemê bihê veşartin.

Şêx Nasir nexweşiya kanserê (Penceşêrê) hebû, sala 2018ê li Almanya operasyona hilandina wermîna penceşêrê ya ser mêlakê kirbû û berdewam di çend salên borî de di çareseriyê dabû.

Şêx Nasir li Amerîka çareserî didî, lê piştî babê wî mir vegeriya Kuwaitê û dom da çareseriya nexweşiya xwe li nexweşxanên welat.

Koç kirina Şêx Nasir 3 mehan piştî koçirina babê wî Şêx Sabah Al Ahmed Al Jabir Ala Sabah hat ku di jiyê 91 saliyê da li yek ji nexweşxanên Amerîka jiyan xwe jidest dabû.

XS
SM
MD
LG