Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest Nasnameya Êrîşvanê Kuştinkarîya Kalîfornîya Eşkere Dikin


Karbidestên ewlekarî li Kalîfornîya ragihand ku wan nasnameya êrîşvanê ku şeva borî li barekê 12 kes kuştin, zelal kir.

Karbidestan ragihand ku navê wî kesî Ian Long û ew 28 salî ye, lê ew heta niha nizanin ku sedem yan armanca êrîşê çi ye.

Teqekirina girseyî ya li Borderline Bar & Grill ya bajarê Thousand Oaks di dema şahîyeke taybet ya xwendekarên zanîngehê qewimî û êrîşvan bi dabançe û bombeyên mijê kesên li wê derê kuştin û birîndar kirin.

Karbidestan dabû zanîn ku di êrîşê de herî kêm 12 kes hatibûn kuştinku yek ji wan polîs e. Di êrîşe de jimareke kesên din jî birîndar bûbûn, lê hejmara wan nehatibûn dayîn.

Êrîşvan Long jî ji alîyê hêzên ewlekerîyê ve hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG