Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasrallah Dibêje Operasyona Hamasê bi Tevahî Karê Filîstînîyan Bû


Rêberê Hizbulaha Lubnanê Hasan Nasrallah piştî şerê dawî ya Îsraîl û Hamasê, ku di 7’ê Cotmehê de destpê kiribû, cara pêşî axifî.

Nasrallah ser êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê, ku bi navê Tofana Aqsa tên zanîn, dîyar kir ku ew % 100 karekî Filîstînîyan e.

‘’Ev şer bi tevahî şerê Filîstînê ye jibo Filîstînîyan e, ti peywendîya wê bi mijarên herêmî re tuneye. Tofaqa Aqsa qelsîya Îsraîlê nîşan da û di şerê dijî Îsraîlê de qonaxeke dîrokî ye.’’

Wî ser biryara Hamasê ya jibo êrîşan got ku biryareke rast û wêrek e ew êrîş tam di dema hewce de li dar ketine.

Rêberê Hizbulaha Lubnanê bi berdewamî dîyar kir ku artêşa Îsraîlê bi ser neketiye û got ku Îsraîl dîlên li Gaza dikare bi tenê rêkên dîyalog û danûstandinê vegerîne.

"Şerê li Gaza didome dîyarker e û armanca serekî rawestandina êrîşkarîya dijî Gaza ye û dûre jî serketina Gaza û Hamasê ye," Nasrallah bi berdewamî got.

Wî bang li dewletên Ereb û Misilman kir ku bi kêmî ve bona sekinandina êrîşên dijî Gaza bixebitin

Hizbulah ya bi piştgirîya Îranê ji 2006’an vir ve bi Îsraîlê re pev diçe û jiber şerê dawî ya Îsraîlê û Hamasê li sînorê Lubnan û Îsraîlê jî pevçûn çêdibin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG