Lînkên eksesibilîtî

Nasrallah: Erebîstana Saudî Dijî Lubnanê Şer Ragihandiye


Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah dîyar kir ku Erebîstana Saudî dijî gelê Lubnanê û partîya wî şer ragihandîye û karbidestên wî welatî, Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî bi dara zorê digirin.

Nasrallah da zanîn ku Erebîstana Saudî bi girtina Harîrî li hemî gelê Lubnanê heqaretê dike.

Serokomarê Lubnanê Mîşel Avn jî ji Harîrî xwest ku vegerê welatê xwe. Mîşel Avn, ser Harîrî bi karbidestên Yekîtîya Ewrupa (YE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û balyozên welatên ku endamên Yekîtîya Ereb in re civîya.

Mîşel Avn da zanîn ku ew jiber rewşa Harîrî ketine fikaran, dixwazin ku ew vegere welatê xwe û karvekişîna wî ya li Erebîstana Saudî nayê qebûl kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG