Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasrallah: Xeyalên Trump dê Pêk Neyên


Rêberê Hizbullahê Hasan Nasrallah protestoyên li Îranê rexne kir û dîyar kir ku dê xeyalên Serokê Amerîka Donald Trump pêk neyên.

Nasrallah ji kanala Al Mayadeen’ê re, ku nêzî Hizbullahê weşanê dike, da zanîn ku protesto ne mezin in û bi bûyerên sala 2009’an re nikare bê muqayese kirin.

Nasrallah dîyar kir ku protesto jiber kêşeyên aborî li dar dikevin, lê ‘’hêzên derve yên wek Amerîka, Îsraîl û Erebîstana Saudî hewil didin tiştên din jê derxînin’’

Rêberê Hizbullahê da zanîn ku dê ‘’xeyalên Trump’’ û kesên dixwazin bi mezinkirina protestoyan rejîmê hilweşînin pêk neyên.

Li Meşhed ya Îranê hefteya borî protestoyan jiber kêşeyên aborî destpê kiribû û bi daxwazên siyasî li seranserê welêt belav bûbû.

Nasrallah bi berdewamî got ku şerê li Sûrîyê jî dê heta yek-du salan biqede.

Hizbullah li şerê navxweyî ya li Sûrîyê piştgirîya rêvebirîya hikûmeta Sûrîyê dike.

XS
SM
MD
LG