Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Ofîsa Xwe li Urdunê Vedike


Rêxistina Peymana Atlantîk ya Bakur (NATO) roja Pêncşemê biryar da ku ofîseke pêwendiyan li Urdunê ava bike, ev pêngaveke yekemîne ku NATO li wê herêmê ofîsa xwe ava bike.

NATO dide zanîn ku ji ber berdewamiya aloziyên li herêmê li hember paşeroja şerê berdewam di navbera Îsraîl û Hamasê de, ya ku li Amerîka û welatên hin welatên din wek rêxistineke terorîst tê binavkirin, ewê ofîsa peywendiyan li Urdunê vekin.

Malpera fermî ya NATO ragihand ku wan û hikûmeta Urdunê li hev kirine ku ofîsa NATO li wî welatî hebe.

Di daxuyaniyeke hevpar ya Wezareta Karên Derva ya Urdunê û NATOyê da wiha hat gotin: "Di Lûtkeya NATOyê ya sala 2024an da li Washingtonê, Hevalbendan ji bo xurtkirina nêzîkatiyên hevkariyê yên li herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ji bo ku geşedanên li herêmê rewşa ewlekariya herêmî û cîhanî bişopînin."

Daxuyaniyê her wiha got: "Ev plan ji bo nîşandana pabendbûna hevpeymaniyê ji bo xurtkirina hevkariyê bi welatên cîranên başûr re, di nav de bi rêya avakirina ofîsa peywendiyan ji bo hevpeymaniyê li memleketa haşimî ya Urdinê, ku dî bibe yekem ofîsa pêwendiyan li herêmê ."

Derbarê rola fermî de, di daxuyaniyê de hat gotin ku, wek nûneratiya hevpeymaniyê, ew dê beşdarî "bi hêzkirina diyaloga siyasî û hevkariyê di warên berjewendiya hevbeş di navbera NATO û Urdunê de be."

Di heman demê de ew ê bibe sedema "gihandina pêşkeftina tê xwestin di pêkanîna bername û çalakiyên hevkariyê de ku tê de lidarxistina konferans, kurs û bernameyên perwerdehiyê di warên wekî analîza stratejîk, plansaziya awarte, dîplomasiya giştî, ewlehiya sayber, rêveberiya guherîna avûhewayê, rêveberiya krîzê û berevaniya sivîl. " Li gorî daxuyaniyê.

XS
SM
MD
LG