Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serlêdana Fînlandayê Û Swêdê Bo Endametîya NATO'ê


Piştî bi dehsalan mayîna li derveyî hevalbendên leşkerî, Fînlandiyayê îro roja Yekşemê bi fermî ragihand ku ew dê serlêdana endametiya NATOyê bike, û çavlirê ye ku cîranê wê Swêd jî demek nêzîk da serlêdana endametîya NATO'ê bike.

Her du welatên Îskandînavî xwesteka xwe ya bizava yekdengî û serlêdanên xwe ya pêkve ragihandin, ev yek jî wekî rêgiriyek li dijî êrişên Rûsyayê têt dîtin.

Bi dehsalan, piraniya Swêdî û Fînlandiyan alîgirê domandina sîyasetên xwe yên bêalîbûna leşkerî bûn.

Lê di 24ê Reşemê de êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê bû sedema guhertineke tund.

Guhertin bi taybetî li Fînlandiyayê girîng e, ku digel Rûsyayê 1,300 kîlometre sînorê wê heye.

Piştî bîst salan ku piştgiriya gel ji bo endametiya NATOyê ji sedî 20 heta 30an bû, nûke rapirsî destnîşan dikin ku ji sedî 75ên Fînlandiyan dixwazin beşdarî NATOyê bibin.

Di heman çarçovê da Xirwatîstanê(Croatia) îro roja Yekşemê di daxuyanîyekê da got, danûstandinên ji bo derbaskirina gumanên Tirkiyê yên derbarê endametiya çavrêrkirî ya Fînlandiya û Swêdê bo NATOyê li ser "rêyeke baş" da diçin, di demekê de ku çend endamên hevpeymaniyê dixwazin dewletên Îskandinavî bilez bibin endam.

Wezîrê Derve yê Xirwatistanê Gordan Grlic Radman, dema ku ew ji bo danûstandinên digel hevkarên NATOyê hate Berlînê got: "Ez bêjim ku gotûbêj li ser rêyek baş diçin û ez hêvî dikim ku em dê îro gotûbêjen dawî û erênî û bi encamên baş bikin ku hevgirtinê nîşan bidin û bi yek dengî biaxivin".

Rojek berê, wezîrên derve yên Fînlandiya û Swêdê digel hevtayên xwe yên hevpeymaniya berevaniyê, ku Tirkiye jî di nav da ye, beşdarî danûstandinan bûbûn, ku rasterast dijberiya Enqerê li hember daxwazên wan gotûbêj bikin.

Tirkiyê demeke dirêj e welatên Îskandinavî, bi taybetî Swêdê ku xwedan civakeke koçberên Tirk yên bihêz e, bi parastina grubên Kurd yên tundrew û her wiha bi piştevanîya Fethullah Gulenî tawanbar dike.
Fethullah Gulen melayeke ku niha li Amerîka dimîne û ji ber derbeya têkçûyî ya 2016an têt xwestin.

Di heman demê de, Enqerê amadebûna xwe ji bo gotûbêjkirina mijarên digel namzedên NATOyê nîşan dabû.

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn destnîşan kir ku "Tirkiye hinek caran welatek zehmet e", lê wî herwiha got ji bo çareserkirina nakokiyên xwe yên li hemberî welatên Îskandinavî " nîşanên xerab dîyar nakin."

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî got: "Divêt çi qonaxek ne zelal nebe, çi qonaxên ku statûya wan ne zelal e nebe. Ji ber vê yekê hikûmeta Alman ji bo proseyek pir bilez ya pejirandinê hemî amadekariyan dike."

XS
SM
MD
LG