Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO: Kuştina Serkirdeyê Daişê Gaveke pir Girîng e


Sikirtêrê giştî yê NATO dibêje kuştina serkirdeyê gurûpa dewleta Îslamî Ebû Bekir el-Bexdadî xaleke girîng e di şerê dijî gurûpê de, lê huşdariyê dide ku şer hîn bidawî nehatiye.

Jens Stoltenberg ji rokjnameya Almanî Bild re îro Yekşemê got Daişê navçeyên berfereh li Îraq û Sûriyê kontrol kiribûn û divê koalisyona navnetewî ya dijî Daişê, ku NATO beşeke jê, piştrast bike ku Daiş careke din venegere.

Stoltenberg dibêje “Dewleta Îslamî niha ti navçe nînin, lê hîn zindî ye. Daişê şaneyên razayî hene û bi awakî nehênî kar dike ku careke din vegere. Erka me hîn bi tevahî pêk nehatiye.”

Tê zanîn, el-Bexdadî hefteya borî di êrîşeke Amerîkî de li parêzgeha Idlibê hate kuştin.

Gurûpê Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî wek serkirdeyê xwe yê nû binav kir.

XS
SM
MD
LG