Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firînên ji Bo Derxistina Dîplomat Û Karmendan li Firokxana Kabul Cardî Destpê Dikin


Leşkerên Amerîkî li Firîngeha Kabul
Leşkerên Amerîkî li Firîngeha Kabul

Stefano Pontecorvo, nûnerê sivîl yê NATO îro Sêşemê li ser Twitter'ê dîyar kir ku ji balafirgeha Kabul firînên leşkerî yên Amerîka jinûve destpê kirine, da ku dîplomat û sivîl ji Afganistanê werin derxistin.

"Pîsta firokexaneya navneteweyî ya Kabulê vekirî ye. Ez dibînim ku balafir radibin û radibin," got Stefano Pontecorvo, nûnerê sivîl ê NATO, li ser Twitter.

Dîplomatek li balafirgehê da zanîn ku 12 firînên leşkerî pêk hatine. Hevdem, balafirên ji gelek welatan ku tevî Avusturalya û Polonya hebûn da ku hemwelatiyên xwe û hevkarên xwe yên Afganî, rizgar bikin.

Piştî ku Talîbanê kontrola paytext Kabul jî bi dest xist, bi hezaran koçberên bêhêvî yên Afganî ku dixwestin jiber desthilatdarîya Talîbanê birevin, balafirgeha Kabulê dagir kiribûn û tevahîya firînan hatibûn betal kirin.

Li balafirgehê dîmenên pir qelebalix û aloz derketibûn holê, mîna ku leşkerên Amerîkî gule berdan girseyê û di alozîya li balafirgehê de, herî kêm pênc kes hatine kuştin.

Medyayê jî ragihand ku du kesên ku xwe bi balafira leşkerî ya Amerîkî daliqandbûn, piştî rabûna balafirê ketine û mirine.

Karbidestekî ewlehîyê yê rojavayî yê li balafirgehê ji Reutersê re da zanîn ku îro hejmara sivîlan kêm bûye.

Hêzên Amerîkî roja Yekşemê kontrola balafirgeha Kabulê ragihandin jiber ku ew tekane rêya wan ya derketina ji Afganistanê ye, dema ku Talîbanê bê pevçûn serwerîya paytext Kabul bi dest xist.

Li gorî peymana vekişîna hêzên Amerîkî sala borî, Talîbanê qebûl kiribû ku di dema derketina hêzên biyanî ji Agfanistanê de, êrîşî wan neke.

Lê, karbidestekî Amerîkî ragihan ku du çekdarên ku hewl dane êrîşî girseya li balafirgehê bikin, ji hêla hêzên Amerîkî ve hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG