Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Hebûna Leşkerî Ya Domdar li Ser Sînorên Xwe Plan Dike


Sekreteê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg
Sekreteê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg

Rojnameya The Telegraph ya Brîtanî, ji zarê Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku NATO li ser planên hebûna leşkerî ya daîmî li ser sînorê xwe dixebite jiber hewldanên bo şerê li dijî êrişên Rûsyayê yên paşerojê.

Stoltenberg di hevpeyvînekê da gote rojnameyê, NATO "di nav veguherînek pir bingehîn da ye" û ew jî dê "encamên demdirêj" yên kiryarên Serokê Rûsyayê Vladimir Putinî nîşan bide.

Stoltenberg got, "Tiştê ku em nûke dibînin rastiyek nû ye, ji bo ewlehiya Ewropî asayîyek nû ye. Ji ber vê yekê, me niha ji fermandarên xwe yên leşkerî xwest ku bijardeyan dabîn bikin bo jinûve rêxistinê û guherînek demdirêj bo NATOyê.

Stoltenberg, ku herî dawî got ku ew dê mavê xwe ya serokatiya NATOyê salekê dirêj bike, û wî di hevpeyvînê da got biryarên jinûve vejandinê dê di civîna bilind ya NATOyê da di meha Xizîranê da li Madrîdê bihên girtin.

Dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û êreve bû sedema krîza herî mezin ya penaberan li Ewropayê û bû sedem ku welatên rojavayî sîyasetên xwe yên berevanîyê ji nû ve bifikirin.

XS
SM
MD
LG