Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg û Duda Dibêjin Muşeka ku Ketiye Polonya Ne ji Rûsya Ye


Stoltenberg û Duda di civîneke NATO de (Arşîv)
Stoltenberg û Duda di civîneke NATO de (Arşîv)

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Çarşemê got ku li gor pêzanînên pêşîn muşekên ku do ketibûn ava Polonya jiber karanîna muşekeke berevanîya esmanî ya Ukraynî qewimîye.

Lê, Stoltenberg dîyar kir ku di dawîyê de Rûsya berpirs e jiber ku Moskowê dest bi şerê li Ukrayna kiriye.

"Ev bûyer ne sûcê Ukrayna ye jiber ku ew tenê dijî vî şerê neqanûnî xwe diparêze. Berpirsîya herî dawî ya Rûsya ye."

Stoltenberg da zanîn ku lêpirsîna ser bûyerê didome û divê ew li benda encama dawîn ya lêpirsînê bin.

Serokê Polonya Andrzej Duda jî ragihand ku li gor agahîyên heyî ew rokêta S-300 li Yekîtîya Sovyetê hatiye çêkirin û ti delîl tuneye ku ew ji alîyê Rûsya ve hatiye avêtin.

Duda jî dubare kir ku dibe ew ji hêla berevanîya esmanî ya Ukraynî hatiye avêtin.

Serokê Amerîka Joe Biden jî demeke zûtir ya îro gotibû ku îhtîmaleke mezin e ku muşek ji alîyê Rûsya ve nehatiye avêtin.

Polanya do Sêşemê ragihandibû ku di encama ketina du mûşekan li gundekî nezî sînorê bi Ukrayna re du welatîyên wê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG