Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Derkirina Endamên Mîsyona Rûsya ji NATO'yê Ne Girêdayî Bûyereke Taybet Bû


Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg îro Pêncşemê got ku derkirina heşt endamên mîsyona Rûsya li nav NATO’yê ne girêdayî bûyereke taybet bû, lê koalisyonê dixwest ji çalakîyên Rûsya yên “xirab” haydar be.

Rojekê piştî derkirina wan heşt endamên mîsyona Rûsî jiber ku ew “efserên zanyarî yên ne eşkere bûn,” Stoltenberg di konferanseke rojnamevanî de axivî.

Wî got ku ev biryar ne girîdayî bûyereke taybet bû, lê di dema dawî de me karekî xirab ji alîyê Rûsya ve dîtîye, û lewra divê em haydar bin.

Stoltenberg herwiha da zanîn ku çalakîyên wan heşt kesên derkirî ne li gor destûra karên wan bûn.

XS
SM
MD
LG