Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûna NATO’yê li Chicago Destpê Dike


Serok Barack Obama li bajarê Chicago, wîlayeta Illinois, mêvandarîya rêberên 28 welatên hevalbend dike li destpêka kombûna NATO’yê roja Yekşemê.

Serok Obama dibêje ku pirsa serekî ya civîna NATO’yê bi dawî anîna şerê Afganistanê ye.

Yekemîn civîna Serok Obama ya Yekşemê bi Serokê Afganistanê Hamîd Karzay re ye.

Li gor pêşbînîyan, NATO wê daxwaza çar milyar dollaran di salekê de bike jibo piştgîrîya artêşa Afganistanê.

XS
SM
MD
LG