Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Cîhan Piştgîriya Stratejiya Afganistanê Dike


Serok Obama (rast) û Serokê Afganistanê Hamid Karzay roja Yekşemê li Chicago, 20'ê Gulana 2012.

Serok Barack Obama dibêje civîna serekî ya NATO’yê li Chicago xuya dike ku cîhan piştgîriya stratejiya aştî û pêşveçûna Afganistanê dike.

Serok Obama roja Yekşemê li perawêza civîna NATO’yê bi Serokê Afganî Hamid Karzay re kom bû.

Birêz Karzay dibêje ku Afganistan li benda dawiya şerî û guherînkariyan e û naxwaze êdî bibe bargiranî bo cîhanê.

Serok Obama mêvandariya rêberên 50 welatan dike jibo encamdana gotûbêjan li ser paşeroja operasyonên NATO’yê li Afganistanê.

XS
SM
MD
LG