Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Domandina Piştgirîya ji Ukrayna re jibo Aştî Pêdivî Ye


Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg îro Sêşemê bo Ukrayna berdewamîya piştgirîya hevpeymanîyê ragihand û got ku ewê paşve gav nevêjin.

Stoltenberg got ku ew dizanin piranîya şeran li ser maseya danûstandinan bi dawî dibin û tiştê ku li ser maseya danûstandinan diqewime bi tiştê li qada şer diqewime ve girêdayî ye.

“Loma jibo afirandina şert û mercên aştîya mayînde, ku Ukrayna wekî dewleteke serwer ya serbixwe piştrast bike, divê em piştgirîya leşkerî ji Ukrayna re bidomînin."

Stoltenberg dîyar kir ku hevalbendên NATO wê alîkarîyê bo Ukrayna zêde bikin jiber ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bi sedema ku hêzên wî li qada şer têk diçin, zivistanê wek çekeke şer bi kar tine.

Wî dîyar kir ku ewê di civîna wezîrên derve yên NATO de, li Romanya wê ser zêdekirina alîkarîya jibo jinûve avakirina binesazîya enerjî ya Ukraynî biaxifin.

Stoltenberg got ku armanca wan ya serekî piştgirîdana Ukrayna ye û nehêlana serketina Serokê Rûsya Vladimir Putin e.

XS
SM
MD
LG