Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê NATO: Em Plan Nakin Hêzên Şerker Bişînin Ukraynayê Eger Rûsya Derbaz Bibe


Serketerê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg.
Serketerê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg îro Yekşemê ragihand ku NATO plan nake ku hêzên şerker bişîne Ukraynayê eger Rûsya derbazî wî welatî bû.

Di bersivdana pirseke Televizyona BBC de, Stoltenberg got ku “me plan nînin ku hêzên NATO yên şerker bişînin Ukraynayê … Em balê didin pêşkêşkirina alîkarîyê.”

Ukrayna ne endama hevpeymanîya NATO’yê ye, lê di krîza ligel Rûsyayê de NATO piştgirîya Kyivê dike.

“Cudahî heye ku tu endamekî NATO'yê bî û tu hevparekî hêzdar û pir hêja wekî Ukraynayê bî. Ti guman derbarê wê yekê tune ye,” berpirsê NATO got.

Girjî di navbera Ukrayna û Rûsya gihiştîye asteke bilind ji dema ku Moskow dora 100,000 leşkerên xwe ser sînorê Ukraynayê kom kiriye. Welatên Rojavayî û çavdêr dibêjin ev komkirina leşkerî beşek e ji amadekarîya Rûsyayê da ku derbazî Ukraynayê bibe.

XS
SM
MD
LG