Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: NATO 3000 Leşkerên Din Dişîne Afganistanê


Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg dîyar kir ku dê 3,000 leşkerên din bişînin Afganistanê. Li ber e ku nîvê leşkeran Amerîka, nîvê din jî 28 welatên din yên NATO bişînin.

Stoltenberg da zanîn ku li Afganistanê niha bi qasî 13,000 leşkerên NATO hene û armanca wan 16,000 e.

Li ber e ku leşkerên NATO yên dê biçin Afganistanê, leşkerên wî welatî perwerde bikin, hêzên taybet xurttir bikin û hêzên esman jî jinûve saz bikin û tevlî şeran nebin.

Îro Çarşemê li Brukselê civîna Wezîrên Berevanî yên NATO heye û çaverê ye ku mijara şandina leşkeran di vê kombûnê de were teqez kirin.

XS
SM
MD
LG