Sekreterê Giştî yê Hevpemaniya NATO, Jens Stoltenberg roja Pêncşemê ji Berlin bang li serokê Belarûsya Alexander Lukashenko kir, ku "rêzê li mafên bingehîn bigre" û got NATO "ji nêz ve guherîn û rewşa li Belarûsya dişopîne".
Stoltenberg dîsan got NATO piştevaniya "Belarûsya serbixwe û xwedî serwerî dike."
Stoltenberg daxuyanî da piştî ku li Berlin civîna ligel Serokwezîra Almanya Angela Merkel bidawî kir, bo rojnamevnan axift û bal kişand ser rojeva civîna bi Merkel yên derbarê Belarûsya, Rojhilata Derya Spî û Afganistanê.
Herdu serokên Ewrupî li Berlin derbarê pirsên dîplomasî yên niha û giring civîn pêkanîn berî ku wezîrên Berevaniyê yên welatên endam di Yekîtiya Ewrupa da li Berlin bicivin.
Herdu berpirsan danûstandinên duqolî derbarê aloziyên di navbera Tirkiyê û Yunanistanê da encam dan herwiha derbarê rewşa li Afgansitanê jî axiftin kirin.
Jens Stoltenberg, piştî civîna li gel Angêla Merkel di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da got: "Danûstendinên baş bi Şêwrimend Angela Merkel re, derbarê Rojhilatê Derya Spî, Belarûsya, Afghanistan û NATO'ê di 2020ê da. Almanya hevpeymana sereke ya NATO'ê ye."
Zêdebarî van pirsan Stoltenberg û Merkel derbarê biryara Amerîka ya vekişandina hêzên xwe ji Almanya û zêdekirina hejmarek leşkeran li Polonya axiftin. Stoltenberg got"Giring ewe ku hevpeyman bi domdarî bi hev ra bişêwirin, jiber ku hebûna Amerîka li Ewrupa hem jibo ewlekariya Ewrupa û hem ya Amerîka giring e".
Stoltenberg di sardana xwe ya Berlinê da bal kişand ser pirsa jehirdana lîderê rikeberên Kremlin Alexei Navalny û got, ew jî dengê xwe dide ligel daxwazên lêpirsînek "Zela- Vekirî. "ya derbarê jehrdana Navalny û got"Sedemek gomanbar nîne." ku doxtorên Almanya rastiya jehrdana Navalny derxistiye holê.
Aligirên Navalny dibêjin, ew li firîngeha Sîbirya bi fincanek qehwê hatiye jehidan, dema ku dixwest bihê Moskow, lê firoka wî bi şêweke awarteyî li firîngeha bajarê Omsk yê Siberyiya dadaye, ew yekser birbû nexweşxanê berî ku bi firokek taybet wî bigehînin Almanya.