Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Dibêje Ewê Piştgirîya Hevbendan Bike


Serokê komîteya leşkerî ya NATO Rob Bauer dîyar kir ku ger leşkerên Rûsya piştî hîndarîyê jî li Belarûsê bimînin ewê tifaq leşkerên xwe yên li welatên Baltik û Polonya zêde bike.

NATO dide zanîn ku li Belarûsê, ku li bakurê Ukrayna ye, 30,000 leşkerên Rûs hene ku bi vî awayî hejmara leşkerên Rûsya yên li nêzî sînorê Ukrayna 100,000 derbaz dike.

Amerîka hefteya borî 3000 leşker şandin Polonya û Romanya û Almanya da zanîn ku ewê leşkerên xwe yên li Lîtvanya zêdetir bike.

Rob Bauer dîyar kir ku hevbendên NATO dikarin zêdetir leşkeran bi cîh bikin.

Bauer da zanîn ku ew bi hevbendan re ser hejmara leşkerên xwe yên li welatan danûstandinê dikin û got ku ewê li gor rewişa leşkerên Rûs yên li Belarûsê biryareke nû bidin.

Moskowa dibêje ku ewê Ukrayna dagir neke, lê ji NATO dixwaze ku ew bi ti awayî Kîevê nexe nav tifaqê.

Amerîka û welatên rojavayî dibêjin ku leşkerên Rûs yên li nêzî sînorê Ukrayna gumana dagirkerîyê roj bi roj xurttir dikin.

XS
SM
MD
LG