Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO: Ji 18 Hezaran Pirtir Kes ji Kabulê Hatine Derxistin


Karbidestekî NATO'yê îro Înê ragihand ku ji kontrola Talîbanê ya ser paytexta Afganistanê Kabulê vir ve pirtir ji 18.000 kesan ji wî bajarî hatine derxistin.

Wî karbidestî herwiha got ku ewê hewilên derxistinê mirovan zêdetir bikin.

Karbidestê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Reuters re got ku bi hezaran Afganîyên bê hêvî ku dixwazin ji welêt birevin hîn jî li firîngehê dicivin.

Jêderên xwecîhî bal dikşînin ku Talîban nahêle kesên bê vîza yan belgeyên rêwîtîyê yên qanûnî xwe bigehînin firîngehê.

Dîdevanekî din jî ragihand ku nêzî xwepêşandaneke li Kabulê gule hatine avêtin, lê paşê hat fahm kirin ku çekdarên Talîbanê gule reşandine esmanê.

Karbidestên NATO û yên Talîbanê da zanîn ku ji roja Yekşemê vir ve Kabul bi giştî aram e, lê li firîngeh û dora wê heta niha 12 kes hatine kuştin.

Şêwirmendê ewlekarîya neteweyî yê Qesra Sipî, Jake Sullivan di hevpeyvîna NBC News de got ku Amerîka di pêyvajoya derxistinê de gelek hişyar e ku komên wek DAIŞ'ê dikarin êrîşeke terorîstî bikin.

XS
SM
MD
LG