Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên dewletên NATO îro Çarşemê demûdest kom dibin ku mijara ketina muşeka li Polonya gotûbêj bikin.
Do Sêşemê li Polonya muşekeke çêkirina Rûsya ketibû û bi wê muşekê du kes hatibûn kuştin.
Çaverê ye ew civîna li Brukselê bi rêberîya Sekreterê Giştî yê NATO çêbe û piştre preskonferansek jî were li dar xistin.
Polonya, ku endama NATO ye, dide zanîn ku li gundekî nêzî sînorê Ukrayna ketiye.
Hevbendên NATO ser muşeka li Polonya ketî fikarên xwe kûr ragihandin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Polonya Pawel Jablonski got ku piştgirîyên endamên NATO ji wan re nîşan daye ku ew di rewişeke ewle de ne.
Serokê Amerîka Joe Biden da zanîn ku li gor fikarên wan yên pêşî ew muşek ji Rûsya nehatiye firandin.
Rûsya dide zanîn ku ti peywendîya bi wê muşekê re tuneye.