Rêberên NATO'yê îro Çarşemê li Madrîd, Îspanya kom bûn da ku piştgirîya Ukrayna û rêkên çareserîya kêşeyên heyî û siberojê ku hevalbendî rûbirûbûye gotûbêj bikin.
Tê çaverê kirin ku endamên NATO'yê ser domandina piştgirîya Ukrayna hevbîr bin ku ew xwe ji dagirkerîya Rûsya biparêzin.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ji rojnamevanan re got ku ev hilcivîn wê jbo hevalbendîya bibe civîneke dîrokî û rûpeleke nû veke.
Stoltenberg anî ziman ku hilcivîn di nava "krîza ewlehî ya herî giran ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyê pêk tê.
Serokê Amerîka Joe Biden jî dîyar kir ku hilcivîna NATO'yê wê peyamek bêhempa bişîne ku NATO hêzdar.
“Em pêşve diçin. Em îsbat dikin ku NATO ji her demê bêtir pêdivî ye," Biden got.
Dagirkirîya Rûsya ya li Ukrayna ya cîrana wê aştiya li Ewrupa xira kir û bû sedem ku NATO hêz û çekan bişîne Rojhilata Ewrupa di asteke de ku ji Şerê Sar ve nehatiye dîtin.
Êrîşa Rûsya hevdem bandorê ser planên dem dirêj yên NATO'yê jî dike, bi konsepteke stratejîk ya nû ya ku NATO wek "hawirdora xwe ya ewlehîyê ya guherî" bi nav dike.
NATO bi armanca bersîvdana gefên ji derve hejmara hêzên leşkerî di bin fermandariya rasterast ya NATO'yê de zêde dike û pirtir çekên giran û çavkanîyên lojîstîkî bi cîh dike.
Dema ku NATO serlêdanên Swêd û Fînlandîya bo tevlîbûna hevalbendîyê dinirxîne, di hilcivînê de wê xurtkirina hevkarîyên bi welatên ne endamê NATO'yê re jî were nîqaş kirin.
Di vê çarçovê de serokên Awustralya, Japonya, Koreya Başûr û New Zealand jî beşdarî hilcivîna NATO'yê dibin.