Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin Banga Serokê NATOyê Şermezar Dike


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenber
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenber

Kremlînê îro Duşemê Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg rexne kir, jiber daxuyanîyên wî yên ser şerê Ukrayna di hevpeyvînêke de bi rojnameya The Economist re.

Jens Stoltenberg di hevpeyvînê de, ji endamên NATO re pêşnîyar kir ku bila Ukrayna karibe bi çekên welatên Rojavayî li hindûrê Rûsyayê bixe.

Stoltenberg ji The Economist re got ku endamên NATOyê yên çekan didin Ukrayna divê qedexeya xwe ya karanîna wan çekan jibo lêdana armancên leşkerî yên li hindûrê Rûsyayê bi dawî bikin.

Dmitry Peskov
Dmitry Peskov

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ser daxuyanîyên Stoltenberg got ku, "NATO asta alozîyê zêde dike.

"NATO bi gotarên leşkerî dileyze û dikeve nav coşbûna leşkerî," Peskov ji rojnameya Izvestia ya Rûsî re got.

Peskov herwiha anî ziman ku artêşa Rûsya dizane ku çi bike.

Stoltenberg ji The Economist balkişand ku NATO bi Rûsya re di nava rûbirûbûnek rasterast de ye.

Dema ku jê hat pirsîn gelo NATO bi Rûsya re, nêzî rûbirûbûnek rasterast e yan na, Peskov got ku: "nêzîk nabin, di nav de ne."

Vladimir Putin
Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin gelek caran hişyarî daye welatên Rojava ku ew ji ser Ukrayna xeterîya şerekî gerdûnî ava dikin û pevçûnek rasterast ya Rûsya û NATO, wê cîhanê tenê gavek ji Şerê Cîhanê yê Sêyê dûr bihêle.



Karbidestên Rûsî dibêjin êrîşên Ukrayna yên ser heremên kûr yên li Rûsya alozîyê tund dikin, ku di nav de êrîşên ser heremên sivîl û tera beşên berevanîya navokî ya Rûsya jî hene.

Hêzên Rûsî aniha li ser xeta pêş ya li Ukrayna bi pêş ve diçin.

Amerîka bi dubarekî gelek ragihandîye ku Ukraynayê teşwîq nake ku li hindûrê Rûsya bixe, her çend Ukrayna jibo destûra vê yekê hevdîtinan dike jî.

Joe Biden
Joe Biden

Li gor şiroveya The Economist, daxuyanîyên Stoltenberg bi eşkereyî serokê Amerîka armanc dikirin, jiber ku ew dijî destûrdayîna Ukrayna derdikeve ku bi çekên Amerîkî êrîşê hindûrê Rûsya bike.

Dagirkirina Rûsya ya li Ukrayna di 2022’an de destpê kir, ku ji Krîza Muşekî ya Kuba ya 1962’an vir ve, xirabtirîn têkçûna têkilîyên Rûsya û welatên Rojava de ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG