Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Dibêje Çareserîya Cudahîyên bi Rûsya re Wê Dijwar Be

Sekreterê Giştî ye NATO’yê Jens Stoltenberg îro Çarşemê ragihand ku wê çareserîya cudahîyên di navbera Rûsya û NATO yên ser Ukraynayê dijwar be

Stoltenberg bi karbidestên Rûsyayê piştî îro civya û bo çar saetan danûstandin kir ku Moskow daxwazên xwe yên bo garantîyên ewlehîyê ji hevpeymanîya leşkerî ya welatên Rojava re, destnîşan kir.

Wî piştî civînê ji rojnamevanan re axifî.

"Di navbera endamên NATO û Rûsyayê de cudahîyên girîng hene. Çareserîya cudahîyên me wê hêsan ne bin, lê ev nîşaneke erênî ye ku hemû hevalbendên NATO û Rûsya li dora heman maseyê rûniştin û li ser mijarên girîng gotûbêj kirin," Stoltenberg got.

Rûsya bi komkirina 100.000 hêzên xwe yên li nêzî sînorê bi Ukrayna, komara Sovyeta berê ya ku dixwaze tevlî NATO'yê bibe, welatên Rojava neçar kir ku werin ser maseya danûstandinê.

Hevdem, Rûsya îdayên plankirina dagirkirina Ukrayna red dike lê dibêje ku bo ewlehîya wê hin xalên garantîyê pêwîst dike.

Ew dibêje ku divê berfirehbûna NATO'yê bi her rengî were sekinandin û vekişîna hêzên NATO'yê ji welatên navend û rojhilatê Ewrupayê yên ku piştî Şerê Sar tevlî wê bûn, daxwaz dike.

Stoltenberg dîyar kir ku karanîna hêzê ya Rûsyayê dijî Ukraynayê ewê xeletîyeke sîyasî ya giran be û Rûsya wê berdêleke mezin bide.

Hevdem, wî helwesta NATO'yê ku tenê Ukrayna û NATO dikarin biryarê bidin ka ew bibe endam yan na, dubare kir.

Stoltenberg bi berdewamî da zanîn ku NATO ser mijarên wek kontrolkirina çekan û bicihkirina mûşekan amade ye ku bi Moskowê re danûstandinên zêdetir bike.

Wî destnîşan kir ku Rûsyayê bo bersîveke li ser mijarê ji wan dem xwestiye.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Aleksander Grushko yê ku seroktîya şanda Moskovayê dike, got ku wê piştre ji rojnamevanan re bi axife.

Daxuyanîyên Stoltenberg eşkere kir ku di danûstandinan de ti serketineke pêk nehatiye, piştî ku dîplomatên Rûsî û Amerîkî li Cenevreyê du roj berê civiyan û ragihandin ku cudahîyên wan kêm nebûne.

Rûsya welatên rojava tawanbar kir ku goh nade lezgînîya daxwazên wê û got ku ew ne amade ye destûrê bide ku danûstandin bêdawî bidomin.

Ew dibêje ku NATO ji 16 endaman ya di dawîya Şerê Sar de gehîştiye 30 endaman - di nav de komeke mezin ji dewletên berê yên komunîst yên li Ewrupaya navîn û rojhilat jî hene- gefê ser asayîşa wê çêdike û bo xwe biparêze pêwîste ku niha 'xetên sor' destnîşan bike.

XS
SM
MD
LG