Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Xurtkirina Hêzên Xwe Dinirxîne, Ger Hêzên Rûsî li Belarûsê Bimînin


Alên NATO'yê.
Alên NATO'yê.

Serokê komîteya leşkerî ya NATO 'yê Rob Bauer îro Duşemê ragihand ku NATO hewl dide hebûna xwe ya leşkerî li welatên Baltîk û Polonya zêde bike, heke hêzên Rûsya piştî rahênana leşkerî ya li Belarûsê li wir bimîne .

NATO'yê dîyar kir ku bo rahênana leşkerî yên hevbeş vê mehê,niha 30.000 hêzên Rûsya li Ukrayna hene û bi vê yekê hejmara hêzên Rûsî li heremê giheştîye zêdetirî 100.000 hêzan.

Amerîkayê hefteya borî 3.000 leşker şand Romanya û Polonyayê da ku hevalbendên NATO'yê pêbend dike.

Hevdem, Almanyayê jî ragihand ku ew zêdekirina hêzên xwe yên leşkerî ya heyî yên li Lîtvanya, dinirxîne.

" Di derbarê welatên ku hêzên me yên bi domdarî hene, - nîqaşa li ser vê jiber tiştên ku niha berdewam in, didome. Erê, em dinirxînên. Dibe ku di pêşerojê de di encama van geşedanan de guhertin çê bibin," Bauer got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku ev yek girêdayê mayîna hêzên Rûsî yên li Belarûsê ye.

"Heke hûn li komkirina hêzan binêrin, Rûsya dikare bo êrîşeke cidî heta dawîya vê mehê xwedîyê hêzên pêwîst be. Lê, em nizanin ku gelo ewê vê bikin yan nêta wan heye yan na, " Bauer got.

Bauer eşkere kir ku bicihkirinên herî dawî yên Rûsya yên ser sînorê Belarûsê li nexweşxaneyên qadan û yekînîyên din yên alîkar in, yên ku bo piştgirîkirina êrîşeke leşkerî wê pêwîst bin.

"Ger hûn bi rastî ser dagirkeriyekê difikirin, bo we ji hêzên şerker bêtir pirtir hêz pêwîst in.Em dibînin ku her ku diçe ev yek bêtir li ser sînorên Ukrayna û Belarûs pêk tê. Ev bi serê xwe pir bi fîkar e," Bauer got.

Moskow dibêje ku ew plana dagirkirina Ukraynayê nake, lê heke daxwazên wê yên ewlehîyê neyên bi cîh kirin, dibe ku çalakîyeke leşkerî ya nedîyar bike.

Herwiha, ew dibêje ku NATO sozê bide ku wê ti carî Ukraynayê neke endam.

Lê, Amerîka û NATO'ya bi 30 welatên endam ew daxwazên Rûsyayê, wek nayên qebûlkirin, bi nav kirin.

XS
SM
MD
LG