Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Dibêje Rûsya Wê 30.000 Hêzên Leşkerî li Belarûsê bi Cîh Bike


Tankên Rûsî û Belarûsî di rahênana leşkerî ya hevpar de li Brestsky, li Belarûs, 25 Rêbendan, 2022
Tankên Rûsî û Belarûsî di rahênana leşkerî ya hevpar de li Brestsky, li Belarûs, 25 Rêbendan, 2022

NATO'yê îro Pencşemê dîyar kir ku Rûsyayê di rojên dawî de li bakurê Belarûsê ku cîranê Ukraynayê ye, hêjmara hêzên xwe yên leşkerî zêde kiriye.

Hevdem, NATO'yê da zanîn ku tê çaverêkirin ku bo rahênana leşkerî yên hevpar yên di vê mehê de Rûsya wê 30.000 leşkerên din bişine.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku di rojên dawî de wan tevgereke girîng ya hêzên leşkerî yên Rûsyayê ber bi Belarusê ve tespît kiriye.

Rahênana Rûsya û Belarûsê ya ku wê heya 20'ê Sibatê bidome, derfetê dide Moskowê ku hêzên xwe li nêzîkî Ukraynayê bêtir zêde bike.

Ev kiryarên Rûsyayê di demeke de pêk tê, ku Amerîka û Brîtanya hişyarî didin ku dibe ku Moskow xwe bo şer amade bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê got, Rûsyayê niha bi giştî 115 hezar leşker li nêzî sînorên Ukraynayê bicîh kiriye.

"Ev ji dema Şerê Sar ve bicihkirina hêzên Rûsî ya herî mezintirîn e û şandina 30,000 leşkerên din jî tê çaverê kirin. Herwiha hêzên operasyonên taybet yên Spetsnaz, firokeyên şerker SU-35, sîstemên berevaniya esmanî S-400 û mûşekên Iskander yên bi karîna navokî di nava wan hêz û çekên nûjen de ne " Stoltenberg got.

XS
SM
MD
LG