Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg Dê Serdana Tirkîye û Yunanistanê Bike


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dê serdana Tirkîye û Yunanistanê bike.

NATO ragihand ku Stoltenberg dê roja Duşemê li Enqere ya paytexta Tirkîyê û roja Sêşemê jî li Atîna ya paytexta Yunanistanê be.

Stoltenberg dê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu û karbidestên din yên payabilind re bicive.

Ew dê li Atîna jî bi Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Mitsotakis û wezîrê derve yê wî welatî Nikos Dendias re kom bibe.

NATO roja Pêncşemê ragihandibû ku piştî danûstandinên şandeyên leşkerî yên Tirkîye û Yunanistanê li rojhilata Derya Sipî ‘’mekanîzmaya veqetandina leşkerî’’ hatiye çêkirin.

Bi wê mekanîzmayê NATO hewil dide ku rê li ber pevçûnên leşkerî yên Yunanistan û Tirkîyê bibire.

NATO di salên 90’î de jî mekanîzmaya veqetandina leşkerî karanîbû.

XS
SM
MD
LG