Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê da zanîn ku ew di halê hazir de ligel Swêd û Fînlandîya ne.
Stoltenbeg dîyar kir ku ewê her du dewletan li hember gavên dijminane biparêzin.
‘’Her çiqas her du dewlet hîn tam nebûne endamên NATO jî ger Rûsya yan welatekî din dijî wan gavekê biavêje ewê tifaq bersîvê bide’’ Stoltenberg got.
Wî got ku nabe ke ew li hember tevgerên dijî wan welatan bê bersîv bisekinin.
Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayan serî li NATO dan ku bibin endamên wê yekîtîyê.
Bo her du dewlet bibin endamên NATO divê dewletên endam wan dewletan bi yekdengî bipejirînin ku ew qonax hîn didome.