Bruksel- Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya NATO, Jens Stoltenberg roja Pêncşemê ragihand ku Yunan û Tirkiye herdu hevpeymanên NATO lihev hatin ku danûstandinên derbarê aloziyên li rojhilatê Derya Naverast biden destpêkirin bo dûrbûn ji şer û aloziyan li herêmê.
Stoltenberg di daxuyaniyekê da ragihand û got "Ji encama danûstandinên min ligel berpirsên Yunanistan û Tirkiyê, herdu welatan erê kir ku li bingeh NATO bikevin di danûstandinên teknîkî da jibo kêmkirina metirsiyê derketina bûyeran li Rojhilatê Derya Spî."
Jens Stoltenberg ev yek di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da jî, weşand.
Li aliyek din ajansa Rueters ji Stenbûl ragihand ku roja Pêncşemê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ligel Serokwezîra Almanya Angela Merkel axiftîye û Erdogan gotiye piştevanîya ku hin welatan daye Yunansitanê li ser rewşa Rojhilatê Derya Spî helwestek "Xweperêsî û nedadwerane ye".
Daxuyaniya Serokatiya Tirkiye derbarê peywendiyê dibêje, herdu rêber bi rêya Videokonferansê axivîne.
Yunanistan û Tirkiye ketine di nava nakokî û aloziyan da li ser herêma avî ya li rojhilatê Derya Naverast ku Tirkiyê dest bi lêgerîna enerjiya Haydrokarbûnî kiriye ku dibe li jêrava herêmê hebe.
Bo vê mebestê nîva meha Tebaxê Tirkiyê, keştiya lêgerînên enerjiyê Oruç Reis tevî gemiyên cengê hinartbûn herêma avî ya ku Yunanistan û welatên di yên Yekîtiya Ewrupa dibêjin pêngavên Tirkiye diavêje ne yasayî ne.
Li aliyek din, îro pêncşemê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê niha yê partiya "Gelecek-Dahato" ya nû avakirî Amet Davutoglu gote ajansa Reuters, Tirkiye dikeve ser r؛ya hat û batê ya derketina şerekî li Rojhilatê Derya Naverast.
Davutoglu got, siyaseta Serokomar Erdogan, dike ku pevçûn li Rojhilatê Derya Spî derkevin, jiber ku Erdogan hêza leşkerî dixe pêşî xebatên dîplomasî. Herweha Davutoglu sistema nû ya serokatiyê rexne kir û gotî ew bi aliyê zordestiyê ve diçe di biryarên desthilatadriyê da û hikûmet bi rêvebirinek nebaş ya pirsgirêkan tawanbar kir û gotî, Tirkiye rastî zincîrek astengiyan hatiye yên weke vîrusa korona û aloziyên li Rojhilatê Derya Naverast.