Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên NATO'yê Pêdivîyên Berevanî yên Ukrayna Nîqaş Dikin


Dîmenekî ji civîna wezîrên berevanîyê yên NATO'yê li Brukselê, 15 Hezîran,2022
Dîmenekî ji civîna wezîrên berevanîyê yên NATO'yê li Brukselê, 15 Hezîran,2022

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîka Lloyd Austin îro Çarşemê pêşengîya civîneke bi dehan hevtayên xwe yên ji NATO û beşên din yên cîhanê dike ku hewlên dawî yên ser zêdekirina alîkarîya leşkerî ya bo Ukrayna gotûbêj bikin.

Hevdîtin wê wek bûyera kelek ya civîna wezîrên berevanîyê yên NATO'yê li Brukselê pêk tên.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ragihand ku wezîrên berevanîyê yên NATO'yê wê îro bi Wezîrê Parastinê yê Ukrayna Oleksi Reznikov re bicivin û wî ser hewcedarîyên Ukrayna yên lezgînî gohdar bikin.

Tevî şîroveyên karbidestên Ukraynî ku têra xwe alîkarîyên leşkerî di dem demê negehiştiye Ukrayna, Stoltenberg da zanîn hewildanên bi vî rengî dem digire lê, rêberên NATO bi lezgînî fam dikin û bi Ukrayna re dixebitin ku astengîyan çareser bikin.

Wî herwiha got ku ew li bendê ne ku hevalbendên NATO'yê wê îro bo piştgirîya Ukrayna daxuyanîyên nû bidin.

Berpirsekî payebilind yê berevaniyê yê Amerîkî îro ji Ajansa Reutersê berîya civînê wiha got:

"Xala serekî ya wezîrên berevanîyê wê ev yek be: ji Ukraynîyan re çi hewce dike ku serkeftinên di hêdîkirin û têkbirina armanca Rûsya de bidomîne."

Stoltenberg doh Sêşemê ji rojnamevanan re got ku "divê Ukrayna xwedî bêtir çekên giran bin."

Wî bi berdewamî anî ziman ku hêzên Ukraynî bi tevahî girêdayê wê yekê ne ku bikaribin dijî êrîşa hovane ya Rûsya berxwe bidin.

XS
SM
MD
LG