Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Leşkerên Xirvatî di Êrîşeke Xwekujî de li Afganistanê Birîndar Bûn


Leşkerekî NATO li Afganistanê
Leşkerekî NATO li Afganistanê

Wezîrê Berevanî yê Kroatya (Xirvatistan) Damir Krsticevic îro Çarşemê ragihand ku 3 leşkerên wan yên li Afganistanê, di êrîşekê dervayê Kabulê de birîndar bûn.

Krsticevic, di preskonferansekê de li paytext Zagreb got ku rewişa yek ji leşkeran xeter e.

“Dema konvoya leşkerên me ber bi firîngeha Kabulê diçû, êrîşvanekî xwekuj motosaykila xwe di trombîlekê me de peqand û ji sê birîndaran, rewişa leşkerekî me xeter e û îhtîmala mirinê heye.”

Xirvatistan endameke NATO ye û ji sala 2003’an bir ve hêzên wê li Afganistanê ne.

XS
SM
MD
LG