Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Tirkîye Divê Jinûve Biryara Agirbestê ya NY'ê Bixwîne


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ser pirsa ‘’Operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê jî dikeve nav biryara agirbestê?’’ got ku ‘’Tirkîyê divê biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) jinûve bixwîne’’

Nauert ser pirsan dîyar kir ku Efrîn di nav sînorên Sûrîyê de ye û bang li Tirkîyê kir ku biryara agirbestê ya NY’ê jinûve bixwîne.

Nauert piştre hin beşên biryara NY’ê xwend û da zanîn ku bo temamê Sûrîyê agirbest hatiye xwestin.

Berdevka Wezareta Derve dîyar kir ku xêncî operasyonan dijî El-Qayde, El-Nusra û Dewleta Îslamî (DAIŞ) divê hemî operasyonên li Sûrîyê werin rawestandin.

XS
SM
MD
LG