Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Amerîka bi Awayekî Zelal Berdana Brunson Dixwaze


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert dîyar kir ku pîvana pêşdeçûna hevdîtinên Enqere û Washingtonê ‘’vegera Brunson e’’

Nauert di brîfînga rojane de pirsên derbarê serdana şandeya Tirk, ku li Washingtonê bi berpirsên Amerîkî re kom bûbûn, bersîvandin.

Nauert da zanîn ku peywendîya Amerîka û Tirkîyê di çarçoveyeke mezin de ye û gelek mijarên divê werin axaftin hene.

Nauert dîyar kir ku wan bi karbidestên Tirk re dîyalogeke berfireh pêk anîye û got ku wan bi awayekî zelal berdana qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson xwestiye.

Berdevka Wezareta Derve got ku li gor wan gava Brunson vegera mala xwe ya li Amerîka ewê bibêjin ku pêşdeçûn çêbûye.

XS
SM
MD
LG