Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Em li Pişt Daxuyanîya Qesra Sipî Ne


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ser redkirina Tirkîyê ya bo hin beşên daxuyanîya Qesra Sipî da zanîn ku ‘’ew şaş nebûye.’’

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefona axifîbûn û Enqerê dîyar kiribû ku Qesra Sipî axaftina wan bi awayekî çewt ragihandîye.

Qesra Sipî dabû zanîn ku Serok Trump, Enqere ser tundûtûjîya li Efrînê zêde dibe hişyar kiriye û bang li Tirkîyê kiriye ku Amerîkî û karmendên herêmî yên Amerîka yên di Rewşa Awarte (OHAL) de hatine girtin, werin berdan.

Enqerê dabû zanîn ku Erdogan û Trump ser Efrînê tenê danûstandin kiriye û bo girtîyên Amerîkî jî serokomarê Tirkîyê gotiye ku ewê dadgeh biryarê bide.

Nauert da zanîn ku ew bi awayekî tund li pişt daxuyanîya Qesra Sipî ne û ew jiber îdiayên Tirkîyê jî şaş nebûne.

XS
SM
MD
LG