Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nauert: Nûnerê Sûrîyê yê Amerîka û Balyozê Rûsya Ser Îdlibê Axifîn


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di brîfînga medya de ser Îdlibê axifî.

Nauert dîyar kir Nûnerê Taybet yê Sûrîyê James Jeffrey bi Balyozê Rûsya yê li Amerîka re axifîye û fikarên Amerîka ji wî re gotine.

Nauert dîyar kir ku karbidestê Amerîkî ji balyozê Rûs re daye zanîn ku gurbûna girjîyê li Sûrîyê ewê bo sîvîlan fikarên mezin çêke.

Berpirsên Amerîka, rejîma Esad ser karanîna çekên kîmyayî hişyar kiribûn.

Ser pirsa ‘’Hûn li bendê ne ku li Sûrîyê çekên kîmyayî werin karanîn?’’, Nauert got ku ‘’Me di rojên berê de dît ku rejîm bi alîkarîya Rûsya li Sûrîyê çi dike’’

Rûsya îdia dike dike El Nusra ya El Qaydê haziriya êrîşeke kîmyayî dike. Nauert ser vê îdiayê jî got ku ‘’Em bi tiştekî wisa bawer nakin, dixwazin berpirsîyê biavêjin ser komên din.’’

Medya navneteweyî îdia kiribû ku şandeyeke Amerîkî di meha Hezîranê de li Şam ya paytaxta Sûrîyê bi karbidestên îstixbarata rejîma Esat re kom bûne.

Nauert ser vê îdiayê jî da zanîn ku ne rast e.

XS
SM
MD
LG